Siddik Bozarslan
Vegerandina hevsar û bizmê (gem)
ber bi dûwayîka peyvê
Em nuha vegerin û bên ser çîroka berîn:
Kesên ku ji derdê evînê bûbûn dilbirîn
gerçi wisa pirr bûn ku bêsînor û bêjimar bûn
hin pêşketî û giregir, hin jî ji rêzê û xizmetkar bûn
lê belê, ji xizmetkarên bijare û berçav
hebûn sed xortên serbilind, bejnbilind û bejnzirav
Ji alîyê spehîtîyê ve her yek wek Rojek
Bi peyv û bi zimanê xwe jî her yek dilsojek
Bi gîhîştina xwe her yek wek Hîveka tijî bû
Bi xweşikîya xwe her yek wek singê şahek spehî bû
Hemî evîndar bûn ew, hem jî daxwazkar
Hemî dilxwaz bûn ew, hem jî heweskar
Lê belê, ne bi çavnêrî û dîtin
Tenê bi qalkirin û bi bihîstin
Hemî di xizmeta Mîr da bûn, jê ra xizmetkar bûn
û bi wî awayî hemî ji razên hev xweş haydar bûn
Sererêz û serwerê wan xortên wek perîyan
Sertacê wan xortên ku bi firîşteyan dişibîyan
Xortek hebû, jê ra dihat gotin Tacdîn, çi ciwanek bû!
Guhderzê (mêrxasekî kurd) zemanê xwe bû, fêris û pelewanek bû!
Nesla wî, esl û malmezinîya wî kifş û eyan bû
Ew, serdefter û serwerê kuran bû
Ji bavê wî ra dihat gotin Eskender
Lê belê Ereban jê ra digot Xezenfer (şêr)
Lewra ew bi mêranîya xwe wek şêr bû
Roja şer ew hezar mêr bû
Tacdîn, du birayên wî hebûn, her du jî fêlbaz
dekzan û xasûk bûn, dişibîyan du teyrên baz
Tim û tim dilên dijminan disotin
Ji yekê ra Arif, ji yê dî ra jî Çeko dihat gotin
Lê belê wî, ji nava hemî kesên pêşketî û kesên ji rêzê
ji ew çend bav û ap û bira yên xwedîyên wê hêz
Xortek kiribû bira jibo xwe
Na, ez şaş im, kiribû çira jibo xwe
Roja ku wî ew çira nedîta
dibû wek şeva ku çira nedîta
Dinya li wî bi carek dibû tarî
Ew bira dibû wek Roja ku winda bibe û neke dîyarî
Ew hevalê kêfxweşîyê bû jibo Tacdîn, û jê ra hevxem bû
Serlêgerîyayî bû bi xeman, navê wî jî Mem bû
Mem jî ji Tacdîn ra hevgirtîyekî temam bû
Ne wek bira bû, ne jî wek bav û mam bû
Gerçi ew her du birayên axretê bûn
lê ji hev ra wek dinê û axretê bûn
Bavê Tacdîn di Dîwana Mîr da wezîr bû
Mem jî kurê kargêrê Dîwana Mîr bû
Ew her du genc, hevgirtî û ji hev ra dost bûn
Ew her du bira, bi hev ra rast û durust bûn
Yek Mecnûnê zeman bû, yek jî Leyla
Yek Wamiqê dema xwe bû, yek jî Ezra
Ew, dostên ji dil bûn, ne serserî bûn
Ji hev ra wek Rojê û stêra Mişterî (jupiter) bûn
*
Çi dostanî, çi desbirakî û çi jî biratî
nabe bi peyvên vala, bi şalûzî (sextekar) û durûtî
Dostanî ne hêsan e, zor e û tijî dijwarî ye
Amanc û daxwaz ji dostanîyê, wefadari ye
Eger paşê tu´yê nîşan nedî wê wefadarîyê
ji despêkê ve mede ber xwe wê dijwarîyê
(Mem û Zîn, r. 229-233. Kurdîya xwerû M. E. Bozarslan)