"Vegera Pêşmerge, li tevayiya navçeyên Kurdistanî li xwe digre"

Wezîrê Pêşmerge bi wekalet di daxuyaniyeke taybet de ragehand, vegera Pêşmerge tenê ne ji bo Kerkûkê ye, belku tevahiya navçeyên Kurdistanî li xwe digre.

Danûstandinên şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û pirsa vegera Pêşmerge berdewam in.

Wezîrê Pêşmerge bi wekalet ragihand, vegera Pêşmerge tenê ne ji bo Kerkûkê ye, belku tevahiya navçeyên Kurdistanî li xwe digre. Berpirsekî Partî jî, plana normalkirina rewşa Kerkûkê eşkere dike û  dema vegera partiyan ji bo wî bajarî jî, eşkere dike.

(K24)

Berpirsekî Yekîtî jî dibêje, postê parêzgar ji bo Yekîtî ye û ligel Partî projeyek di vê derbarê de amade kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin