Vê carê li Merîwanê pasdaran kolberekî Kurd kuştin

.

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Merîwanê, danê êvarê li Zozanê Tete ku nêzî bajarê Merîwanê ye, ji aliyê pasdarên Îranê de hat kuştin û kolberekî birîndar bû. Ragihandina bûyerê ji aliyê malpera mafên mirovan Hengawê de hat kirin.

Li Zozanê Tete pasdarên Îranê kolberên Kurd ji berêvkê de dane ber guleyan. Di gulebaranê de kolberê jiyana xwe ji dest daye Keywan Heq Muradî (32 salî) û navê yê birîndar Sîrwan Texanî ye ku her dû ji xelkê bajarê Merîwanê ne. Hat gotin ku rewşa kolberê birîndar baş nîne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye