Vaye nexşeya hêzên Tirkîyê li herêma Kurdistanê!

Li ser nexşeyê, xalên serbazî yên artêşa Tirkîyê her ji sînorê qezaya Soranê li bakurê rojhilatê Herêma Kurdistanê ve heta sînorê qezaya Zaxo ku bakurê rojavayê Herêma Kurdistanê hatine dîyarkirin.

Serokatîya Komara Tirkîyê îro nexşeya xalên serbazî yên artêşa wî welatî yên li nav axa Herêma Kurdistanê belav kir, ku ji 37 xalên serbazî pêk tên. Di nexşeyê de herwiha cihê kampên PKKê jî hatine destnîşankirin.

Nexşe 6ê Tîrmeha 2020an û ji alîyê Serokatîya Peywendîyan a Serokaktîya Komara Tirkîyê ve hatîye belavkirin.

Li ser nexşeyê, xalên serbazî yên artêşa Tirkîyê her ji sînorê qezaya Soranê li bakurê rojhilatê Herêma Kurdistanê ve heta sînorê qezaya Zaxo ku bakurê rojavayê Herêma Kurdistanê hatine dîyarkirin.

Herwiha sê xalên serbazî jî li nêzîk Hewlêr, Başîk û Duhokê jî hatine destnîşankirin.

Li ser nexşeya ku Serokatîya Komara Tirkîyê belav kirîye, herwiha hin cih hatine dîyarkirin, ku Tirkîyê wan deran weke navçeyên di jêr kontrola Partîya Karkerên Kurdistanê û yan cihên kampên PKKê dibîne.

Li gor wê nexşeyê, hemû ew cihên ku hêzên PKKê lê hene, ji bilî Çîyayê Qendîlê û xalek li nêzîk Qeladzê û Şingalê û Kampa Mexmûrê, bûne cihê şerê rasterat û hêzên Tirkîyê jî li wan deran bicih bûne.

Artêşa Tirkîyê di 15ê Hezîranê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê Hezîranê de jî operasyona “Çengê Piling” li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Piştre hêzên bejayî yên Tirkîyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batîfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

Li gor zanyarîyên ji berpirsên îdarî û serbazî yên parêzgeha Duhokê, artêşa Tirkîyê li sînorê nahîyeyên Derkar û Batîfa yên Zaxoyê bi kûrahîya di navbera 15 heta 30 kîlometran hatîye nav axa Başûrê Kurdistanê. Pêştir Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Lîwa Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihandibû, Artêşa Tirkîyê bi kûrahîya 20 heta 40 kîlometran û artêşa Îranê jî bi kûrahîya 10 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Li gor zanyarîyên ji çavkanîyên serbazî, ji destpêka operasyona nû ya Tirkîyê ve, serbazên Tirkîyê li 12 cihên nû yên stratejîk li sînorê herdu nahîyeyên Batîfa û Derkarê bicih bûne.

Piştî berdewambûna operasyonên Tirkîyê, hikûmeta Iraqê hêzên Zêrevanên Sînor li pênc cihên stratejîk li sînorê nahîyeyên Batîfa û Derkarê û nêzîkî wan navçeyên ku ji alîyê Tirkîyê ve têne bombebarankirin, bicih kirine.

 

Nerinaazad

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da