UNICEFê ji bo zarokan daxwazek ji Rêveberiya Xweser heye

.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji Rêveberiya Xweser daxwaz dike zarokên ku li kamp û zindanên wan de girtîne werin serbest berdan.

Rêxistina zarokan a ser bi Netewên Yekbûyî, UNICEFê  ji Rêveberiya Xweser daxwaz kir hemû zarok ên ku li kampan an jî  di zindanan de hatine girtin,  li Bakur Rojhilatê Sûriyê serbest werin berdan û vegerin malên xwe.

Banga UNICEF rojekê piştî bûyera mirina 3 zarokan hat li Kampa Holê, ku bi sedema agir canê xwe ji dest dabûn.

Kampa Holê 45 Kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Hesekê,  di Kanûna 2018an de ji aliyê rêveberiya xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê ve ji bo xelkên ku ji ber şerê li dijî DAIŞê koçberbibûn li gundewarê Dêrezorê hat avakirin.

Di Adara 2019an de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gundê Baxoz kontrol kir, piştre hemû malbatên çekdarên DAIŞê ji bo wê kampê hatin birin, ku piraniya wan jin û zarok in û ji welatiyên Sûriyê , Iraq û gelek welatên din in.

Derdora 62  hezar kes li nava kampa Holê dimînin.

Rêveberê Herêmî yê UNICEFê  Ted Chaiban ragihand ku hejmara zarokên ku li Kampa Holê û di zindanên Rêveberiya Xweser de dimînin derdora 22 hezar zarok in, ji 60 welatanin, li gel hejmarek zarokên Sûrî, lê wî hejmara zarokên di zindanan de diyar nekir.

Chaiban daxwaz ji Rêveberiya Xweser û Welatên Endam ên Netewên Yekbûyî kir alîkar bin daku zarokên ku li Bakur Rojavayê sûriyê dimînin vegerînin malên wan.

Rêveberiya Xweser gelek caran daxwaz ji Welatên Ewropayê kiribû welatiyên xwe vegerînin ba xwe, lê daxwaza wan ne hat cîbicîkirin.

Di encama agirê ku  li Kampa Holê pêket  3 zarokan canê xwe ji dest dan, li gel jinekê herwiha 26  kesên din jî birîndarbûn.
 

Kurdistan Haberleri

"Em biryarên cezayên hefsê yên di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn protesto dikin"
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
UNESCO: Li Îranê metirsî liser zimanên kurdî, azerî û tirkimanî heye
Îranê 6 Kurdên din jî îdam kirin
HEVPEYVÎN | Serokê ENKSê li ser êrîşan û rewşa dawî ya diyaloga 'Kurdî-Kurdî' ji PeyamaKurd re axivî