UNICEF: Li Etiyopyayê 2,3 milyon zarok nikarin alîkariyê bidest bixin

.

Fona Alîkariya bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) aşkere kiriye ku ji meha Çiriya Paşiyê û vir de li Etipoypayê ji ber şerê li eyaleta Tigrayê, 2,3 milyon zarok nikarin alîkariyê bidest bixin.

Fona Alîkariya bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) aşkere kiriye ku ji meha Çiriya Paşiyê û vir de li Etipoypayê ji ber şerê li eyaleta Tigrayê, 2,3 milyon zarok nikarin alîkariyê bidest bixin.

Henrietta Fore, Dîrektora UNICEFê bang li rayedaran kiriye û gotiye ku bila liv û tevgera sivîlên li der û dorên ewle diğerin asteng nekin: “Em gelekî metirsîdar in ku çiqas dereng xwe bigihînin zarokan wê rewşa wan ewqazs dereng bikeve. Divê armanca pêşîn ew be ku em van zarokên bêhtirên wan penaber in û li nava welêt ji cih û warên xwe hatine kirin, biparêzin û alîkariya mirovî ji wan re dabîn bikin.”

Li herêmê bi sed hezaran kes ji ber şer û pevçûnan neçar mane ji cih û warên xwe bibin. NY û gelek rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku hikûmeta Addis Ababayî destûrê bide wan û ew jî bikaribin alîkariya mirovî bigihînin wê herêmê.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye