UNICEF: Li Efrînê 11 zarok şehîd ketine

Rêxistina UNICEF a Netewên Yekbûyî ya taybet bi zarokan ragihand, ku hin raport gihiştine destê wan, tê de hatiye ku, di encama bombebarana Artêşa Tirkiyê bi ser bajarê 'Efrînê de 11 zarok şehîd bûne û gelek zarokên din brîndar bûne.

UNICEF her wiha ragihand, ji ber şer û pevçûnên dijwar welatiyên sivîl nikarin birevin û di jêrzemînên avahiyan de mane.

Hêzên Suriye ya Demokrat jî ragihandibû ku, ji encama bombebaran, şer û pevçûnên li devera 'Efrînê 59 welatiyên sivîl şehîd bûne û bi dehan welatiyên din jî brîndar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin