UNESCOyê Hewramana Text bi fermî wek mîrateya cîhanê nas kir

.

 UNESCOyê, bajarê çiyayî yê Rojihilata Kurdistanê Hewramana Text, bi fermî wek mîrateya cîhanê nas kir.

Komîteya Mîrateya Cîhanî UNESCOyê, di 44emîn rûniştina xwe de, doza rehenda çandî ya Hewramanê erê kir û bi fermî ew wek mîrata cîhanê nas kir.

Hewramana Text bajarekî ser bi navçeya Sewlavayê a girêdayî parêzgeha Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê ye ku şêniyên wê bi zaraveya Hewramî diaxivin. Li gorî lêkolînên dîroknasan dîroka vê zaraveyî digihîje heya 300 hezar sal beriya niha.

Belgeyên destpêkê yên arkeolojî nîşan didin ku jiyana li Hewramanê vedigere çaxa Paleolotîk.

Piraniya gundên Hewramanê li bilindahiya 1700 metreyan hatine avakirin û şêniyên Hewramanê bi kedek mezin li çiyayên asê ên Hewramanê qadên çandiniyê û niştecihbûnê çêkirine.

Hewraman mûzeyek erdnîgarî, dîrokî, mirovî û ziman e.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye