Umêd Xoşnav bû parêzgarê nû yê Hewlêrê

.

 Kandîdê PDKê bo posta parêzgariya Hewlêrê ji aliyê encumena parêzgehê ve hat pesendkirin û bû çil û çaremîn parêzgarê Hewlêrê.

Qasekî beriya niha, encumena parêzgeha Hewlêrê bi 18 dengan Umêd Xoşnav wek parêzgarê nû yê Hewlêrê destnîşan kir.

Umêd Xoşnav kandîdê PDKê bû bo posta parêzgariya Hewlêrê. Xoşnav ji 23 dengan 18 deng bi dest anî û li hember her du hevrikên xwe bi ser ket.

Umêd Xoşnav li şûna parêzgarê berê yê Hewlêrê, Firset Sofî rûdinê. Firset Sofî roja 18 Mijdara sala 2020 ji ber Koronayê canê xwe ji dest da.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye