Ulusal Kanalê henekê xwe bi kurdî kir

Bêjerê kanala bi navê Ulusal Kanalê Halil Nebiler di weşana zindî de peyama Parlementerê CHPê Sezgin Tanrikulu ya bi kurdî xwend û henekê xwe bi kurdî kir.

Di şeva sersalê de Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu li ser hesaba xwe ya twetterê wiha nivîsîbû: “Hêvîdarim ku sala 2019ê bibe sala dad, azadî, aşitî û biratîyê. Sersala hemû gelê me û hemû gelên cihanê pîroz be!”

Bêjerê televizyona Ulusal Kanalê Halil Nebiler  peyama Sezgin Tanrikulu ya bi kurdî xwend û henekê xwe bi kurdî kir.

Nabiler wiha got: “Kuro tu dizanî bi kurdî. Kuro lawo ev e tiştekî xirab be em dixwînîn. Xwedê zane bê ka çi dibêje. “

Ev vîdyoya Nabilerî li ser tora civakî rastî gelek bertekan hat û gelek bikarhênerên tora civakî ev helwesta Ulusal Kanalê weke faşîzm bi nav kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin