Tûtî wê bi kurmancî û kirmanckî matematîkê hînî zarokan bike

.

“Seta Bîrkariyê” ya Weşanxaneya Moriyê bi sê fasîkulan hin xalên bingehîn yên matematîkî wê nîşanî zarokan bide.

Weşanxaneya Moriyê ji bo zarokên temenê wan 5 û 6 e ango ji bo pêşdibistanê, “Seta Bîrkariyê” çap kiriye. Seta ku ji 3 fasîkulan pêk hatiye wê bi kurmancî û kirmanckî matematîkê hînî zarokan bike.

Bi “Seta Bîrkariyê” wê zarok hin xalên bingehîn yên matematîkê hîn yên weke jimartin, bikaranîna “zêdek”, “kêmek”, “caran” û “xelek”ê bibin.

Fasîkula yekem 32 rûpelan pêk hatiye. Di fasîkula yekem de ji 1ê heta 5an jimar hene û bi çendîn mînakan ev 5 jimare nîşanî zarokan tê dayîn.

Fasîkula duyem jî ji 32 rûpelan pêk hatiye. Di fasîkula duyem de ji 6an heta 10an jimare bi mînakan tên hînkirin. 

Fasîkula sêyem ji 12 rûpelan pêk hatiye. Di ya sêyem de jî zarok wê hînî saetan û wezna tiştan û pîvandinê bibin û tiştên ku di fasîkula yekem û duyem de hîn bûne wê dubare bikin.  

Mem Bawer, Rûşen Yapiştiran, Rûken Açikgoz, Îrem Taç, Leyla Eren, Perîhan Altan, Fatoş Taştekîn endamên komîsyona amadekar in. Mûrad Aygunî ji bo kirmanckiyê amade kiriye û Îsmaîl Dîndarî redaksiyona setê kiriye. Ozenç Kiliçkayayî jî berg û mîzanpaja setê amade kiriye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye