Turkîye: Ji hevserokên HDPê re xwestina cezayên rekor

Ji bo Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji 43 salî heta 142 salî, ji bo Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag jî ji 30 salî heta 83 salî cezayê girtîgehê dihê xwestin.

Ji bo Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji 43 salî heta 142 salî, ji bo Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag jî ji 30 salî heta 83 salî cezayê girtîgehê tê xwestin ku her du jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Dîyarbekirê de hatibûn girtin.

Di îdîanameya di derbarê Demirtaş de ew ‘’Rêveberê PKKê ye’’ û di nav vê çarçweyê de ‘’Berpirsê qada siyasî yê rêxistinê ye’’ û li gorî vê xebat kiriye û her wiha ji ber ku di nav Kongra Civaka Demokratîk (KCD) de hereket kiriye, ev wek tawan hatiye hesibandin. Bi hinceta ku "Endamê rêxistinê ye", ‘’Propaganda kiriye", ‘’Gel ber bi hêrs û dijminatiyê ve dehf daye’’  ji 43 salan heta bi 142 salan ceza ji Demîrtaş re hate xwestin.

Di îdîanameya di derbarêFîgen Yuksekdag de ji ber xebatên di nav KCD’ê de û çalakiyên din de bi sifeta ‘’Rêvebera rêxistinê’’ were cezakirin. Û axaftinên wê yên di nav çarçoweya propagandaya rêxistinê de hatîye dîtin û ji 30 sal heta bi 83 sal ceza jê re hate xwestin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin