Turbeya Zeynel Beg hat neqilkirin

Ji bo bin avê de nemîne hat neqilkirin

Turbeya Zeynel Beg ê ku ew ê ji ber bendava ku dê li Heskîfê bê çêkirin di bin avê de bimîne bi pergaleke taybet hat neqilkirin. Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg ji hewayê bi droneyê hat qeydkirin.

Turbeya dîrokî ya ku ew ê ji ber bendavê di bin avê de bimîne doh ji bo bê neqilkirin xebat hatibûn temamkirin û îro jî xebatên neqilkirina turbê dest pê kirin ku  ev xebat bi dawî bûn û turbe hat neqilkirin. Neqilkirina Turbeya Zeynel Beg ji hewayê bi droneyê hat qeydkirin.

Berhema ku hat neqilkirin berhema ewil a ku dê cara ewil li Heskîfê  hat neqilkirin e. Hat diyarkirin mesrefa neqilkirina turbê nêzî 16 milyon TL ye. Ew ê piştî vê kişandinê gelek berhemên dîrokî yên din jî bên kişandin.

Kurtedîroka Turbê

Turbeya Zeynel Beg ji teref Akkoyuniyên ku di navbera salên 1462-1482an de li Heskîfê desthilatdarbû ve  hatiye çêkirin. Zeynel Beg lawê Uzun Hasanê hikûmdarê Akkoyuniyan e û di şerê  Otlukbeliya ku di navbera Osmanî û Akkoyuniyan derket de jiyana xwe ji dest da.
Îlkha

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")