Tuneleke mezin a çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat teqandin

.

Li navçeya di navbera Kifrî û Xurmatû de, tuneleke mezin a çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat teqandin. Herwiha li Xaneqînê jî çekdarekî Heşda Şeibî hat kuştin.

Li gor zanyariyan, şeva borî hêza Altonî ya Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, tuneleke mezin a çekdarên DAIŞê di navbera kifrî û Xurmatû de teqandin.

Herwiha zanyarî destnîşan dikin, piştî ku hêza Pêşmerge gihîştin wê navçeyê, çekdarên DAIŞê reviyan. Pêşmergeyan jî dest danî ser hejmarek çek û teqemeniyên DAIŞê yên li şûna xwe hîştine û tunel teqandin.  

Fermandarekî Pêşmerge eşkere kiriye, operasyon bi serkeftî hatiye encamdan û ti şer û pevçûn bi çekdarên DAIŞê re rû nedan.

Hevdem jî, hêzên Iraqî li sînorê Xaneqînê dest bi operasyonekê kir û di navbera wan û DAIŞê de şer derket, di encamê de jî çekdarekî Heşda Şeibî hate kuştin û 4 çekdar jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye