Trumpî yasaya astengkirina dayîna F-35an bo Tirkiyê pesend kir

Serokê Amerîkayê Donal Trumpî, yasaya budçeyê ya ku dayîna F-35an bo Tirkiyê heta meha Mijdarê asteng dike pesend kir.

Li gor yasayê, wezaretên derve û berevaniyê yên Amerîkayê daxwaz dikin ku heta 1ê Mijdarê, raportek radestî Kongrê bê kirin ku tê de rave bikin ku kirrîna S-400an ji Rûsyayê ya Tirkiyê, çawa gefek e bo ewlehiya neteweyî. 

Di yasayê de heta 1ê Mijdarê, veguhastina f-35an bo Tirkiyê tê qedexekirin.

Rastî ev e ku ne hewce ye heta meha mijdarê li benda naveroka vê raportê bin lewre Pantagonê di meha Berfanbarê de ragihandibû ku kirrîna S-400an a Tirkiyê, ne tenê ji projeya F-35an, herwiha bandor li projeyên firokeyên Boenîng CH-47F, F-16an û UH-60 Black Hawk jî bike.

Di vê navberê de Rûsya S-400an di meha Tîrmehê de wê radestî Tirkiyê bikin.

Washington tekez dike ku kirrîna S-400an dorpêçeke bi vî rengî li ser Tirkiyê bivênevê ye.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin