Trumpî serdana Iraqê kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî nepenî serdana Iraqê kir û piştî ku vegeriya Amerîkayê serdan hat eşkerekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdana xwe ya Iraqê nişkave pêkanî de, ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soza paqijkirina bermamiyên DAIŞê û Erebistana Siûdî jî soza dabînkirina budçeyê bo avadankirina Sûriyê dane.

Trump li Iraqê dema serdana leşkerên baregeha Hewayî ya El Esad a Rojavayê Bexdayê  da zanîn ku ew ji Iraqê venakişin, lê ew dê ji wir çavderiya Sûriyê jî bikin.

Trump got ku ji bo avakirina Sûriyê pêşî çareseriya siyasî divê û pêwîste welatên cîranên Sûriyê yên dewlemend barê avadankirinê hilgirin ser xwe ku Erebistana Siûdî ji bo dabînkirina pere soz daye.

Trump herwiha ji bo paqijkirina DAIŞê jî bibîr xist ku Erdogan qebûl kiriye ku bermayiyên DAIŞê paqij bike û dê ew jî ligel wan kar bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin