Trumpî civîna digel Kim Jong-un taloq kir

Hat ragihandin ku civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ku dihat pêşbînîkirin di 12ê Hezîranê de pêk were, hat betalkirin.

Qesra Spî nameya Donald Trump ku bo Kim Jong-un şandibû belav kir.

Hat ragihandin ku di wê nameyê de Trump diyar kiriye ku civîna bi serokê Koreya Bakur re ji ber daxuyaniyên êrişkar ên Koreya Bakur hatiye taloqkirin û di wê nameyê de wiha hat gotin:

“Hûn qala kapasîteya nukleerî ya xwe dikin, lêbelê kapasiteya me ya nukleerî ewqas mezin û bihêz ji Xwedê dia dikim ku em qet bikar neyînin.”

Trump daxuyakirin ku Koreya Bakur fersendekî girîng ji dest da û ji bo berdana her sê girtiyên amerîkî jî spasiyên xwe anîn ziman.

Herwiha Trump eşkere kir ku ew dixwaze li pêşerojê bi Kim re bicive.

Dihat çaverêkirin ku Trump û Kim di 12ê Hezîranê de li Sîngapûrê bicivin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin