Trump û Erdoğan pêwendiya telefonî danîn

Serokê Amerîkayê û Serokê Tirkiyê di pêwnediyeke telefonî de pêwendiyên navbera herdu welatan gotûbêj kirin û li hev kirin, ku pêwendiyên Waşington û Enqerê asayî bikin.

Navenda Ragihandinê ya Serokatiya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku duh derange şevê Erdogan û Trump di pêwendiyeke telefonî de bi hev re axivîne.

 

Li gorî daxuyaniyê, di vê pêwendiya telefonî ya navbera Recep Tayip Erdogan û Donald Trump de, herdu aliyan derbarê pêwnediyên navbera herdu welatan û herwiha pirsa kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî de bi hevdu re gotûbêj kirin.

 

Erdogan û Trump herwiha di derbarê geşedanên herî dawî yên li Sûriyê de jî gotûbêj kirine.

 

Li gorî daxuyaniya serokatiya Tirkiyê, herdu serokan derbarê mijara azadkirina qeşeyê amerîkî Andrew Brunson de jî axivîne û tekezî li ser xurtkirin û pêşxistina hevkariya dualî û asayîkirina pêwnediyên navbera Waşington û Enqerê kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin