Trump rawestandina firotina çekan bo Erebistana Siûdî red dike

Serokê Amerîkayê ragihand, ku Washington dosyeya nediyarîkirina cihê Cemal Kaşıkçı dişopîne lê red dike, ku berteka niha ya Amerîkayê gihîştibe asta nefirotina çekan bo Erebistana Siûdî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo medyaya wî welatî da xuyakirin, ku aboriya Amerîkayê ber bi başiyê ve geş dibe û yek ji sedemên wê jî ji ber sîstema bergirî û çekî ye.

Serokê Amerîka got, çekên welatê wî gelekî pêş ketiye û ji ber vê yekê jî hemû welat dixwazin cûreyên cuda yên çekên Amerîkayê bikirin.

Donald Trump destnîşan kir ku biryara ragirtina çekan bo Erebistana Siûdî karîgeriyê li ser aboriya Amerîka dike û ji ber vê yekê niha ew ne amade ne, gaveke wiha bavêjin.

Cihê Cemal Kaşıkçı ji destpêka vê mehê ve ne diyar e, ku ev yek jî piştî serdana wî ya Konsolxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê bo mebesta temamkirina karên xwe yên taybet pêk hatibû.

Berpirsên Tirkiyê dibêjin, ew rojnamevan di nav Konsolxaneya Erebistana Siûdî de hatiye kuştin lê Siûdî vê tohmetê red dike.”

 

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin