Trump: Me tenê 50 leşker vekişand

Trump dibêje wan plan kiribû, ku tenê 30 rojan li Sûrîyê bimînin, lê ew zêdetir mane û ketine nava şerekî bê dawî û bê mifa.

Rûdaw

Serokê Amerîkayê, Donald Trump berevanîyê li biryara xwe ya bo vekişandina leşkerên wî welatî ji sînorê Rojava û Rojhilatê Firatê dike û dibêje, Amerîkayê 50 leşkerên xwe li derverên ku egera lidarxistina operasyona Tirkiyê lê heye, vekişandine û birine cihekî din ê Sûrîyê.

Donald Trump di dema civîna ligel fermandarên leşkerî yê welatê xwe de li Koşka Spî ragihand, ew ji zû ve li Sûriyê ne û pêwîst bû ku bo demeke kêmtir li Sûrîyê bimaban û zûtir ji wî welatî derketiban, lê ew zêdetir ji dema pêwîst man.

Trump dibêje wan plan kiribû, ku tenê 30 rojan li Sûrîyê bimînin, lê ew zêdetir mane û ketine nava şerekî bê dawî û bê mifa.

Serokê Amerîkayê di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi biryara vekişandina hêzên welatê xwe li Sûrîyê kir û dîyar kir, tenê hejmareke kêm li deverekî biçûk hatine vekişandin. Trump got: Li vê herêmê, hejmareke kêm leşkerên me hebûn, 50 leşkerên me hebûn û me ew ji herêmê derxistin.

Trump amaje bi wê yekê jî kir, ku ew bo demeke dirêj çekdarên girtî yên DAIŞê û malbatên wan ên li Rojavayê Kurdistanê di destê xwe de nahêlin û got: Di heman demê de em ji welatên Ewropayê bawer dikin. Ji bo çavdêrîya çekdarên DAIŞê divê em bawerîyê bi Îran, Iraq, Tirkîye, Sûrîye, Rûsya û hin welatên din bikin.

Ji ber biryara wî ya derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê de, Serokê Amerîkayê ji alîyê kongrêsman û senatorên wî welatî û bi taybet jî yên komarî ve rastî rexneyên tund hat.

Koşka Spî duh di dauxyanîyekê de aşkere kir, ku Tirkîye dê di demek nêzîk de êrişekê li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk bîne û herwiha dîyar kir, ku ew ji bo vê êrîşa Tirkîyê ne dibin alîkar û ne jî dibin asteng.

Piştî daxuyanîya Koşka Spî, hêzên Amerîkî ji binkeyên xwe yên li Serê Kanîyê û Girê Spî, vekişîyan.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir