Trump, li dijî Îranê digel ereban axivî

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi prense velîahd ê Erebîsta Siûdî Muhammed bin Selman û prensê velîahd ê Îmaratan Muhammed bin Zayed re bi telefonê peywendî danî.

Koşka Spî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Trump bi herdu prensên velîahd re bi telefonê axivî ye. Di herdu peywendiyan de jî bal hat hat kişand li ser ‘çalakiyên Îranê ku herêmê bêîstiqrar dike.'

Ji hêla din ve Trump ji bo hewildanên wan ên derbarê Konseya Yekîtiya Tevgerê prensê velîahd ê Erebîsta Siûdî û ji prense Îmaretan Muhammed bin Selman re spasiyên xwe anîne ziman.

Herwiha di peywendiya telefonê de li ser hevkariya aborî û ewlehiyê ya di navbera Erebîstana Siûdî û Îmaratan gotûbêj hatin kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin