Trump fermana vekişandina leşkerên Amerîka yên li Somalî da

.

Serokê Amerîka Donald Trump, fermana vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Somalî da.

Li gor Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand, biryara Trump xeleka dawî ya vekişandina leşkerên Amerîkî, yên li welatên cîhanê ye.

Bi qasî 700 leşkerên Amerîka li Somalî hene û ew li dijî El Şebab ya girêdayî El Qaîdê, alîkariya hêzên herêmî dikin.

Pentagonê da zanîn, guherîna di hêza leşkerî de, dê sîyaseta Amerîka de tu guherînê çêneke. Li gor daxuyaniya Pentagonê, Amerîka dê komkirina hişyarî û gefên dijî welêt bidomîne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, Şûngirê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Christopher Miller hefteya borî serdana Somalî kiribû. Berî serdana Miller medya Amerîkî diyar kiribû, karbidestekî CIA ya li Somalî di pevçûnan de hatiye kuştin. Piştî serdana Miller, li Mogadişu ya paytexta Somalî peqîn çêbûbû û bi kêmî, 7 kes hatibûn kuştin.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye