Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka û Îsraîlê li hev kiriye ku her êrişeke nû ya li Îranê bi paş bixin.
Ev yek bi wî mercî ye ku di dema herî nêzîk de ji bo bidawîanîna şerê 5 mehan peymanek were îmzekirin.
Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê nivîsî:
"Artêşa Amerîkayê di asta herî bilind a amadehiyê de ye û xwedî hêzeke leşkerî ya wisa ye ku ji Şerê Cîhanê yê Duyem ve mînaka wê nebûye lê biryar daye ku êrişê rawestîne."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Îranê û çend welatên din ên Rojhilata Navîn ji wî xwestiye êrişê rawestîne da ku derfet ji bo peymanê çêbibe.
Trump li ser naveroka peymanê got:
"Divê peyman vekirina bilez, temamî û mayînde ya Tengava Hurmizê li xwe bigire, her wiha dawî li gefên nukleer ên Îranê bîne."
Wî her wiha ragihand ku Îsraîl jî di vê biryarê de bi Amerîkayê re hemfikir e.
Berê medyaya Amerîkayê ku CBS jî di nav de bû belav kiribû ku Amerîka û Îsraîlê plan dikir vê hefteyê êrişeke hevbeş bibin ser parzûngehên petrolê û santralên elektrîkê yên Îranê.
Trump gefa lêdaneke "gelekî tund" li Tehranê xwaribû.
Di heman demê de malpera Axiosê belav kir ku Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman roja şemiyê bi Trump re axiviye û dilgiraniya xwe ya li ser zêdebûna aloziyan nîşan daye û ji Trump xwestiye ku êriş neke.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê 28ê Sibata îsal dest pê kiriye û ev 5 meh in berdewam dike.
Trump dibêje ku ji bo berjewendiya cîhanê û "mayîna Îranê wekî welatekî serkeftî" ew amade ye êrişê betal bike. Ev yek bi wî mercî ye ku alî bi lez bigihêjin peymana dawî.
Dilgiraniya Erebistana Siûdî
Li gorî raporekê, Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman di pêwendiyeke telefonî ya bi Donald Trump re de dilgiraniya kûr a welatê xwe ya li ser plana êrişên mezin ên Amerîkayê yên li Îranê nîşan daye û xwestiye ku rewş were aramkirin.
Li gorî agahiyên du berpirsên Amerîkî û çavkaniyeke agahdar ku ji malpera Axiosê re axivîne, pêwendiya telefonî ya di navbera Trump û Bin Selman de roja şemiyê hatiye kirin.
Çavkaniyekê ji Axiosê re ragihandiye, "Siûdiyan dilgiraniya xwe nîşan daye û li ser plana êrişan ronîkirin xwestiye."
Çavkaniyeke din jî dibêje, Bin Selman Trump teşwîq kiriye ku aloziyan kêm bike û xwe ji êrişkirinê biparêze.
Ev di demekê de ye ku Trump difikirî ku di çend rojên pêş de saziyên enerjiyê yên Îranê bike armanc.
Ev yek wekî bersivekê ye ji bo êrişa mûşekî ya Îranê ya li baregeheke Amerîkayê ya li Urdinê û berdewamiya rêgiriya li çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê.
Hişyariya Îranê û hewlên navbeynkariyê
Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja şemiyê di pêwendiyeke telefonî de hişyariyeke tund da Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan.
Eraqçî li ser Telegramê belav kir:
"Her karekî dijminane yê Amerîka yan Îsraîlê, yan jî beşdarbûn û hevkariya welatên herêmê di wan karan de, dê rûbirûyî bersiveke cidî û guncav a hêzên çekdar ên bihêz ên Îranê bibe."
Eraqçî her wiha li ser egera êrişên Amerîkayê, bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Sererkanê Pakistanê Asim Munîr re axiviye.
Welatên wekî Qeter, Îmarat, Tirkiye û Pakistanê ji bo aramkirina rewşê zextê dikin.
Roja şemiyê navbeynkarên Qeterî ji bo gihîştina bi peymanekê ya li ser vekirina Tengava Hurmizê bi Eraqçî, Nûnerê Koşka Spî Steve Witkoff û berpirsên Umanê re hevdîtinên cuda kirine.
Çavkaniyekê diyar kiriye ku di hevdîtinan de bipêşketin çêbûye lê ne eşkere ye ka ev dê ji bo bidawîanîna qeyranê bes be yan na.