Trump: Dibe ku heftiya bê, em ê rabigihînin DAIŞ ji % 100 hate jinavbirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civîna Wezîrên Derve yên Hevpeymaniya Li Dijî DAIŞê de axivî.

Di civînê de Trumpî ragihand ku dibe ku heftiya bê dikarin rabigihînin ku DAIŞ ji %100 tê çû û got: "Dixwazim li benda daxuyaniya fermî bimînim."

Trumpî got, artêşa me, hevpeymanên me û Hêzên Sûriya Demokratîk, hema bêje tevahiya herêmên li Sûrî û Iraqê ku berê di bin kontrola DAIŞê de bûn, rizgar kirin. Di dest DAIŞê de xak nema, ev yek gelekî girîng e.

Trumpî her wiha da zanîn, berê DAIŞê bi taybetî li ser înternetê çalakiyên propagandayê dikir bes êdî di vê qadê de jî, ne bibandor in. 

Trumpî herwiha bo têkoşîna li dijî DAIŞê sipasiya welatên hevpeyman kir û got ji 60î zêdetir endamên pilebilind ên DAIŞê hatine têkdan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin