Trump, di civîna Neteweyên Yekbûyî de dengê xwe bilind kir

Di civîna 73yemîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Serokê Amerîkayê Donalt Trump, bi tundî axivî. Trump got, ku ew Dadgeriya Navneteweyî ya Cezayê nas nakin. Herwiha Trump sepandina li dijî Îranê dê zêdetir bibe.

Trumpî li ser Sûriyê dîsa hişyar kir ku heke çekên kimyewî bêne bikaranîn ew ê bersivê bidin.

Herwiha Trumpî dîsa Îranê bi fînansekirina terorîzmê sucdar kir.

Li ser peymannameyên bazirganî yên ku berê bi Çînê re hatibûn îmzekirin, di derheqê şerê aborî yê digel Çinê de, Trump got em ê leborînê nexwazin çima ku hemwelatiyên xwe diparêzin.

Trump, Elmanya û Ewropayê jî bi girêdayîbûna bi Rûsyayê ve sûcdar kir.

Trumpî eşkere got ku Dadgehiya Navdewletî ya Cezayê ne meşrû ye û bibîr xist ku wan ji Lijneya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî xwe paşve kişandine û heta reformeke jidil pên neyê venagerin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin