Trump bo Barzani; Ew bi hevbeşî dikarin aramî peyda bikin

Ew bi hevbeşî dikarin astengan rakin û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzîn û aştî û aramî û geşbûnê peyda bikin.

Li gor malpera fermi ya Seroktiya Herêrma Kurdistanê Serokê DYA Donald Trump nameyeke ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandîye; ew li ser hevkarî û şeraketa di navbera her dû aliyan kiriye û ragihandiye ku bi hevbeşî dikarîn li ser astengan da zal bibin.

Di nameyê de, Serokê Amerîka spasî Barzanî kiriye ku di dema hilbijartinê da wekî Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, nameya pîrozbahiyê şandiye û tekez kiriye ku her çende gefên zêde li rêya wan de hene, lê ew bi hevbeşî dikarin astengan rakin û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzîn û aştî û aramî û geşbûnê peyda bikin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin