Trump: Bernedana Andrew Brunson Rûreşî Ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ser bernedana Keşayê Amerîkî Andrew Brunson ji Twitterê got ev ‘’rûreşî’’ ye.

Trump, li ser hesaba xwe ya Twitterê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan etîket kir û dîyar kir ku ‘’Erdogan, bo serbestbûna Brunson divê tiştekî bike’’

Trump da zanîn ku Brunson ji demeke dirêj ve ‘’dîlgirtî’’ ye, wî tiştekî şaş nekiriye û malbata wî li benda wî ye.

Brunson, di Cotmeha 2016’an de bi tawana "endamtiya Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen" hatibû girtin û dadgeha Tirk do Çarşemê biryar dabû ku girtîbûna wî bidome.

(Voa Kurdî)

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin