Trafîka dîplomasiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê

.

Dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Bexdayê berdewam dike.

Nêçîrvan Barzanî doh êvarî çû Bexdaya paytexta Îraqê û tevlî civîna mehanê ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya li Bexdayê de bi gelek serkirde û siyasetmedarên Îraqê re civiya û civînên dualî pêk anîn.

 Civîna yekem a Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de bipêşketin û bûyerên nû yên li Îraq û herêmê hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tekezî li ser girîngiya piştgirîkirina Hikûmeta Federal û serkeftina pêkanîna bernameya hikûmetê hatiye kirin, bi awayekî ku daxwazên welatiyên li seranserê welêt misoger bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de behsa mijarên xizmetguzariyên têkildarî berjewendiyên hevwelatiyan hatiye kirin.

Her wiha hat ragihandin ku hatiye gotûbêjkirin ku rêya herî baş a ji bo rêkxistina peymanan ên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gorî bingehên destûr û yasayê ne.

Nêçîrvan Barzanî û Dr. Letîf Reşîd rewşa Îraqê gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd jî re civiya.

Di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aboriyê ya welêt hat gotûbêjkirin û meaş û mafên karmend û malnişînên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya welêt, têkiliyên di navbera desthilatên federal û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan girîngiya berdewamiya diyaloga Herêma Kurdistanê û desthilatdarên federal, çareserkirina xalên nakok li gorî yasa û destûrê û dabînkirina meaş û mafên karmend û Herêma Kurdistanê tekez kirine.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc