Tohmetbarên Doza JITEMê wê dîsan werin darizandin

.

1emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqerê biryara azadbûna ji bo 18 tohmetbarên ‘’Doza JITEMê’’ ku di nav de Mehmet Agar û Korkut Eken jî hebû betal kir.

Medyaya Tirkiyê, 1emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Enqereyê, di doza JÎTEMê ya Enqereyê de biryar da ku Mehmet Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin. Biryara azadbûnê ya tohmetbaran ku tê îdiakirin di salên 1990an de destê wan di kuştina 19 kesan de heye hat hilweşandin.

Dadgeha Temyîzê biryarên azadbûnê yên tohmetbarên doza JÎTEMê, ku di nav wan de Wezîrê Navxweyî yê berê Mehmet Agar û Korkut Eken jî heye betal kir. Agar û tohmetbarên din wê careke din werin dadgehîkirin.

Di biryarê de ameje bi wê yekê hate kirin ku di asta pêwîst de lêkolîn li ser delîlên hene nehatine kirin, hate zanîn ku îdianameyê derbarê kuştina Hikmet Babataş de nehate zelalkirin û derbarê kuştina wî de ti hikum nehate dayîn.

Herwiha di biryarê de, hate diyar kirin ku gelo îfadeya tohmetbar Ayhan Çarkin, ligel delîlên din hate berewardkirin û gotinên wî bi bûyer û cihê bûyerê  hevgirtî ne an na.


Doza JÎTEMê ya derbarê kuştin û windakirina 19 kesên ku di salên 1993-1996an de rû dabû, di 13ê Kanûna 2019an de li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatibû dîtin.


Dadgehê wê demê biryara azadbûnê dabû. Di nav kuştiyan de karsazên kurd ên wek Savaş Buldan û Behçet Canturk jî hebûne.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e