Tirkiyeyê sînorê Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Firokeyê şer ên Tirkiyê îro danê êvarê çand navçeyên cuda ên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Firokeyên şerî ên Tirkiyê îro danê êvarê li devera Biradost, navçeyên Çiya Kewêt, Bin Dîwane, Geliyê Xakurkê, Xakurk, Geliyê Reş, Geroyê Sinîn, çiyayên Şekîyo û beşek ji Çiyadîlê ya li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kirin.

Bi êrîşa li ser navçeyên Biradost re, li sînorê Qeserê ya ser bi Çomanê jî, sînorê gundên Dîlman, Qelat, Wesan û Mawnanê bi giranî hatin bombebarankirin.

Ji ber van bombebaran jî, agir bi dar û daristanên geliyê Baleyanê ket.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin