Tirkiyeyê sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir: 4 şehîd

Firokeyên şer ên Tirkiyê devera Balekayetî ya li sînorê qezaya Çomanê bombebaran kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn

Li gor Rûdawê , sibehiya îro Pênşemî 22ê Adara 2018ê, firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê, sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

 

Hate gotin, firokeyên Tirkiyê gundên Mawnan, Wesan û Serkaniyan li devera Balekayetî ya ser bi qezaya Çomanê bi giranî bombebaran kirine.

 

Li gorî zanyariyan, di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de 4 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

 

Herwiha ji ber bombebaranan, çend baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî wêran bûne.

 

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, gelek caran wan deveran bombebaran dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin