Tirkiyeyê karwaneke leşkerî li sînorê Sûriyê bi rê kir

Artêşa Tirkiyê karwaneke leşkerî ya nû ber bi Kilîsê li nêzîkî sînorê Sûriyê bi rê kir.

Ajansa Anadoluyê (AA) belav kir, ew şandina wê hêza nû ber bi Kîlisê ve, ji bo bihêzkirina hêza ku berê li ser sînor hatiye bicihkirin e.

Da zanîn jî, ew karwana leşkerî ku bi barhilgirên leşkerî tê veguhastin tank, topxane, otombîlên leşkerî û alavên leşkerî li xwe digire.

Di dema dawî de û egera destpêkirina operasyona Idlibê ji aliyê Sûriye û Rûsyayê ve, artêşa Tirkiyê hêzeke zêde ber bi sînorê bi Sûriyê re dişîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin