Tirkiyeyê gelek wesayitên leşkerî şandin Îdlibê

.

Artêşa Tirkiyeyê gelek wesyaitên leşkerî şandin bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê.

Wesyaitên leşkerî ku ji bajarên cûda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rê ketine, ji navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê derbas bûn.

Biryar e karwana leşkerên Tirkiyeyê, bi deriyê sînorî yê Hatayê re biçin nav Îdlibê.

Li gor zanyariyan ew leşker û wesayit dê li baregeheên leşkerî yên Artêşa Tirkiyeyê yên li Îdlibê bên bicihkirin.

Ev liv û tevgera leşkerî ya Artêşa Tirkiyeyê di demekê de ye Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja Pêncşemê di gotûbêjên li ser bûdceya Wezareta Navxwe de gefa berdewamiya operasyonanan li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwaribû.

Hakan Fîdan herwiha gotibû:

“Em li ser têkoşîna xwe ya rêgirtina li hemberî avakirina dewleteke terorê li Bakurê Sûriyeuê berdewam in.

Em li Îraqê jî têkoşîna xwe ya li hemberî PKKyê û baskên wê bêyî navber berdewam dikin û em li ser avêtina pêngavên pêdivî yên ewelehiyê dûdil nabin.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Amerîka û Îran nêzîkî peymanê ne: Naveroka pêşniyarê çi ye?
Trump: Egera destpêkirina êrîşên li ser Îranê heye
Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?