Tirkiyeyê deverên Amêdiyê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê bajarokê Mangêşkê yê ser bi navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê bombebaran kirin. Ev yekemîn car e firokeyên Tirkiyê herêmeke ew hinde nêzîkî Duhokê bombebaran dikin.

Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Osmana yê ser bi bajarokê Mangêşkê li nêzîkê Duhokê bombebaran kirine.

 

Hate zanîn ji ber bombebaranê agir bi derdora gund ketiye.

 

Ew cihê hatiye bombebarankirin tenê 40 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Duhokê ye û yekem car e Artêşa Tirkiyê cihekî bombebaran dike ku hewqasî nêzîkê Duhokê be.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin