Tirkiyeyê devera Metîna bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê bingehên PKKyê yên li Herêma Metînayê ya Dihokê bombebaran kir.

Serokerkaniya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, hêzên wan ên esmanî li dijî bingehên PKKê yên li Herêma Metînayê operasyoneke esmanî bi rê ve birin.

Serokerkaniya Tirkiyê diyar kir, di encamê de 10 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Lê PKK heta niha di derbarê vê operasyonê de ti daxuyanî nedaye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin