Tirkiyeyê bo êrîşî Şengalê bike, hêz şandine Başûr!

Di van 2 rojan de li nêzîkî qezayê Başûk li bakûrê bajarê Musilê, Tirkiye hejmara hêzên xwe ji tank û zirîpoş û çekên din bêtir kiriye.

Li gor Sputnîkê "di van rojan de bizavên hêzên Tirkiyeyê li Başûkê zêde bûye û wiha xuya dibe ku amadebaşiyan dikin bo encamdana êrişan û dibe ew êrişî ser navçeya Şengalê bikin her wekî berpirsên tirk dibêjîn ji bona derxistina endamên PKK ê û hêzên YPGê li devera Şengalê.

 

Tê gotin ku her îro Rêxistina lnaf ya taybet bi berevanîkirina mafên mirovan û rojnamegeran ligel hejmareke mezin ji siyasetzan û perlemantarên Kurdistanê û rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl, dest bi kampanyayeke kirin û bi daxuyaniyekê ragihandin û tê de daxwaz ji parleman, Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirin ku bingehên leşkeri yên tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê derxînin û leşkerên tirk jî ji Herêma Kurdistanê bên derxistin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin