Tirkiyê û çekdarên wê agir berdan ser daristanên Efrînê

Artêşa Tirkiyê û çekdarên grûpên ser bi wê, agir berdan daristanên du deverên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

Hate diyarkirin ku, roja Yekşemê  hêzeke artêşa Tirkiyê agir berdaye daristanên geliyê Çirqe yê di navbera her du gundên Elemdara û Kêla de li devera Racoyê.

 

Hate ragihandin, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, roja Duşemê, herwiha agir berdane daristanên Çiyayê Kaloşke yê nêzîkî gundê Meydankê yê ser bi devera Şerayê.

 

Ji dema kontrolkirina herêma Efrînê ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê, bi dehan daristan li deverên cuda yên Efrînê hatine şewitandin û ligel jî gelek darên zeytûnan ên xelkê herêmê jî şewitî ne.

 

Çalakvanên herêma Efrînê dibêjin ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê biqest dar û daristanan dişewitînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin