Tirkiye sînorê Fîşxabûr-Sêmalka topbaran dike

Topxaneyên Artêşa Tirkiyê sînorê Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê topbaran dike û di encamê de sînorê Fîşxabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hate daxistin.

Li gor nûçeya di Rûdawê de hatî weşandin “topxaneya Artêşa Tirkiyê bi giranî sînorê navçeya Zaxoyê topbaran kir û ji ber topbaranê deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate daxistin”.

 

Berpirsê Mêhwera Rojavayê Dîcleyê, Babekir Zêbarî  got, “10 gulleyên topên dûravêj li deriyê sînorî yê Fîşxabur/Sêmalka ketine”.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin