Tirkiyê şert danî pêşiya Amerîka: Yan YPG yan S-400!

.

Hikûmeta Tirkiyê dibêje, eger Amerîka êdî alîkariya kurdên Sûriyê neke ewê jî “bi rengekî sînordar” sîstema mûşekî ya S-400 bikar bînin.

Du berpirsên hikûmeta Tirkiyê, ku nexwastine navê wan were belavkirin, ji malpera Bloomberge re gotine, Tirkiye naxwaze ji ber xatirê sîstema mûşekî ya S-400 rastî sizayên Amerîka were û ziyanê bibîne, ji ber wê jî ewê daxwaziya Amerîka di mijara S-400 de qebûl bikin.

Wan berpirsên tirk dane zanîn, eger Amerîka êdî alîkariya kurdên Sûriyê bi taybet YPGê neke, ewê jî bi rengekî sînordar sîstema S-400 bikar bînin.

Beriya niha rêveberiya Biden hişyarî dabû Tirkiyê û ragihandibû, eger Tirkiye dest ji sîstema mûşekî ya S-400 bernede, dibe ku ew sizayên tund bi ser Enqerê de bisepînin.

Ji aliyekî din, Pentagon çend rojê ber gotibû, ew bo parastina bîrên petrolê ne li Sûriyê ne, tenê bo şerê li dijî DAIŞê li wir in û dê li ser piştevanîkirina kurdan jî berdewam bin.


 

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin