Tirkiyê Qendîl û Kanî Masiyê bombebaran kir

.

Firokeyên Tirkiyê îro derdora Çiyayê Qendîlê û bajarokê Kani Masî ya Amediyê  bombebaran kirin.

Firokeyên cengî yên Tirkiyê îro berê nîvro herdû aliyên Çiyayê Qendîlê, derdora bajarokê Sengeser a girêdayî navçeya Ranya ya Silêmaniyê û derdora bajarokê Zinê Wertê ya navçeya Çoman a Hewlêrê bombebaran kirin.

Birêveberê bajarokê Zînê Wertê Muslîh Zirar ji Rûdawê re ragihand ku firokeyên bê firokvan li ser li ser Çiyayê Qendîlê geriyane û piştî wê firokeyên cengî heremê bombebaran kirine.

Muslîh Zirar got “Firokeyên cengî pêşî girên Sêkanyan û Konêkotrê yên di nav sînorê Sengeserê de bombebaran kirin, piştre girên Dirêdê  du caran bambebaran kirin.”

Muslîh Zirar anî ziman cihên ku hatine bombebarankirin dûrî deverên jiyangehan bûye ji ber vê yekê ku ti ziyaneke can û mal çênebûye.

Li aliyê din li gorî medyayên nêzî PKKê, firokeyên cengî saet di 09:10an de derdora gundê Bazê ya girêdayî bajarokê Kanî Masiyê du caran bombebaran kirine.

Herwiha artêşa Tirkiyê di derbarê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Kurdistan Haberleri

Urmiye - Îranê 5 girtiyên din îdam kirin
Diakurd: Biryara doza Kobanê dijî îrade û mafên gelê Kurd hatiye dayîn
Dozgeriyê îtirazî biryarên beraet û tehliyeyê yên Doza Kobaniyê kir
Asayişa Herêma Kurdistanê fermandarekî DAIŞê girt
Wê dokûmentera Sedam a derhênerê Kurd li welatê Ereb bê pêşandan