Tirkiyê: Pirsa Şengalê yekalî nebe em ê operasyonek pêk bînin  

.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar kir û got, heta gef li ser Tirkiyê hebe, ew ê operasyona xwe li Bakurê Iraqê berdewam bikin û eger pirsa Şengalê yekalî nebe, dê operasyonekê li wir jî pêk bînin.

Îbrahîm Kalin da zanîn, rêkeftina Şengalê girîng e ji bo nehiştina gef û metirsiyan, lê Iraq û Herêma Kurdistanê jî dizanin, rewş aloz e û ne hêsan e û pêwistî bi karkirina hevbeş heye, ji ber ku ew navçe korîdora terorê ye.

Kalin destnîşan kir, çavên wan ne li axa Iraqê ye û eger ji wir ve êrîşî Tirkiyê neyê kirin, ew êrîş nakin û tu pêwistî bi operasyonan tuneye.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye