Tirkiye nikare dadger bişîne Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

Bo tayînkirina dadgerê dadgeha mafê mirovan ya Awrûpayê 3 namzet hatibûn nîşandan lê bi sedema ku yek ji wan dev ji namzetiyê berda, wê Tirkiye îsal nikaribe dadger bişîne Awrûpayê.

Ankarayê navên 3 kesan dabû Awrûpayê. Komîsyona parlementeran a Ewropayê jî namzetan kêm dît û lîsteka nû ji Ankara xwest.

Hate ragihandin lîsteya dawî ku hat şandin yek ji wan navê xwe ji lîstê vekişand. Li ser wê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê pêvajoya bijartina dadgeran bo Tirkiyê, da rawestandin. Dadgeh heya adara sala 2019an wext da Tirkiyê da yekî din bike namzet.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin