Tirkiyê navçeya Til Rifetê topbaran kir: 5 birîndar

.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; du rojên şemî û yekşemê hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, navçeya Til Rifet û devera Şehbayê topbaran kirin. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; du rojên şemî û yekşemê hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, navçeya Til Rifet û devera Şehbayê topbaran kirin.

Rêxistinê eşkere kir ku di encama topbarana van du rojan de 5 kesên ji xelkê herêma Efrînê ku ji cih û warê xwe aware bûne, birîndar bûn.

Herwiha ragihand ku navên kesên birîndar bûne ev in; zarokê 10 salî Mihemed Welîd, Suzan Me'mû Umer ya 30 salî, Zeyneb Ehmed Ereb a 40 salî ya ji xelkê nahiya Raco, Hêvîn Reşîd a 40 salî ya ji nahiya Raco û Nîhad Mihemed Elî yê 32 salî yê ji xelkê nahiya Cindirêsê

Bajarokê Til Rifatê 35 kîlometre li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

K24

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye