“Tirkiye mafên mirov û dewleta hiqûqê tune dihesibîne”

.

Komîsera Konseya Ewropa ya Mafên Mirov Dunja Mijatovic biryara Tirkiyê ya derbarê Osman Kavala de şermezar kir û got Tirkiye mafên mirov û dewleta hiqûqê tune dihesibîne.

Komîsera Konseya Ewropayê Mijatovic di mijara carek din dirêjkirina rewşa girtinê ya Osman Kavala de 2ê Îlona 2021ê li Strasbourgê daxuyaniyek da û dibêje “Kavala bûye qurbana sîstema darizandina Tirkiyê ya ku bi armanca bêdeng kirina rojnamevan, parêzer û kesên mafên mirov diparêzin tê bikaranîn.”

Herwiha Mijatovic di daxuyaniyê de amaje pê kir ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirov yê Ewropa û Komîteya Wezaretan ya Konseya Ewropayê binpê dike û dibêje “Sîstema Dadê ya Tirkiyê bi awayekî nehatiye dîtin rêgezên bingehîn yên hiqûqa gerdûnî binpê dike.”

Serokê Lijneya Rêveberiya Kompanya Çanda Anadolu Osman Kavala 18ê Cotmeha 2017an hate desteserkirin û nêzîkî 1400 roje girtî ye. Bi tawanên “Hewldana hilweşandina hikûmetê an jî rêgirtina hikûmetê” û “bi awayekî ku şîddet bikar bîne hewla hilweşandina sîstema destûra bingehîn” hate girtin.

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê di meha dawî ya 2019an biryar da ku berdewam kirina girtina Osman Kavala binpêkirina mafe û divê bê berdan. Lê Tirkiye ev biryar cîbicîh nekir û hê jî Kavala girtiye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye