Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê deriyekî nû vekir

Wezîra Bazirganî ya Tirkiyê ragihand, ku Deriyê Sînor ê Çiqlê Zeytûnê yê li bajarê Hatayê piştî 8ê Mijdarê hatiye vekirin.

Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê deriyekî nû yê sînor vekir. Wezîra Bazirganî ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan daxuyand ku ew deriyê bi navê Deriyê Sînor ê Çiqlê Zeytûnê li bajarê Hatay ê Tirkiyê piştî 8ê Mijdarê vebûye û dest bi kar kiriye.

 

Ruhsar Pekcan got, “Deriyê Gumrik ê Çiqlê Zeytûnê yê li ser sînorê Efrînê piştî 8ê Mijdara 2018a dest bi kar kiriye.”

 

Wezîra Bazirganî ya Tirkiyê herwiha bal kişand ser ku di çarçoveya zêdekirina bihayê kelûpelan a bi awayekî neheq de jî, ku bilindbûna nirxê dolaran bo vê yekê hincet tê nîşandan, 81 hezar 666 berhem tên kontrolkirin û got, “Bo 612 kompanyayên ku hatiye tespîtkirin bi awayekî neheq nirxê kelûpelan zêde dikin, cezaya pereyan hatiye dayîn û hawirdekirina 14 milyon berhemên ne guncaw hatine qedexekirin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin