Tirkîye: Li Ser 15 Kesan Cureya Nû ya Vîrusa Korona Hat Dîtin

.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku li welatê wan jî cureya nû ya vîrusa korona hatiye dîtin.

Cureya nû ya vîrusa korona cara pêşî di 13’ê Berfanbarê de li Brîtanya hatibû tespît kirin.

Koca da zanîn ku li ser 15 kesan cureya nû ya vîrusa korona hatiye dîtin û got ku ew ji Brîtanya derbazî Tirkîyê bûne.

Wî dîyar kir ku wan ew 15 kes û derdorên pê re danûstandin kirine jî kirine karantînê.

Tirkîyê jiber tespîtbûna cureya nû ya vîrusa korona hatinên ji Brîtanya bi awayekî demkî rawestand.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di rojên borî de gotibû ku ew cureya nû ya vîrusa li gor ya berê bi qasî 70 ji sedê pirtir belav dibe.

Li ser wan gotinên Johnson jimareke welatên cîhanê sînorên xwe yên bi Brîtanya re girtibûn.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye