Tirkiye: Li Osmaniye, Amed û Şernexê 18 PKKyî hatin kuştin!

Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand, ku di encama operasyonan de, 18 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Wezareta navxweyî ya Tirkiyê, di daxuyaniyekê de got: 11 ji wan çekdaran li wîlayeta Osmaniye û 3 ji wan li Diyarbekir û 4 li Şernexê hatin kuştin.

Her li gorî wê daxuyaniyê, operasyonên Tirkiyê li dijî çekdarên PKKê li wan wîlayetan berdewam in.

Heya niha Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ti zanyarî li ser vê mijarê belav nekiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin