Tirkiyê kuştina serbazekî xwe li Metîna ragihand

.

Operasyona Tirkiyê li devera Metîna û navçeyên din ên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam e û Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî kuştina serbazekî xwe li Metîna ragihand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ku li ser twittera xwe belav kiriye, ragihandiye ku di berdewamiya operasyona Pençe Yildirim (Çengê Birûsk) de ku li nav axa Herêma Kurdistanê tê lidarxistin, serbazekî wî welatî îro Yekşemê 6ê Hezîranê di encama “teqîna mînekê” de li devera “Metîna” birîndar bûye.

Li gor daxuyaniyê, serbazê birîndar bo nexweşxaneyê hatiye rakirin, lê ji ber dijwariya birînan, canê xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, navê wî serbazî Samet Şeker û pileya wî Çavişê Pispor bûye.

Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana îsal ve operasyonek bi navê Pençe Yildirim li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û bi taybet li sînorê parêzgeha Duhokê dest pê kiriye. Operasyon li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan tê kirin.

Tirkiye dibêje, operasyon li dijî binke û navendên PKKê yên li wan navçeyan hatiye destpêkirin, lê belê şer û pevçûn û bombebaranên bo ser wan navçeyan zirarek mezin gihandiye welatiyên sivîl û nişteciyên gundên herêmê.

Ji destpêka operasyonê ve heta niha 5 gund li sînorê parêzgeha Duhokê hatine valakirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin