Tirkiyê kuştina komandoyekî xwe li Çiyayê Gare ragihand

.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, serbazekî din ê wî welatî di operasyona li Çiyayê Gare de hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, ew serbaz di pevçûnên duh 10ê Sibatê dede li Çiyayê Gare birîndar bûbû û îro 11ê Sibatê jiyana xwe ji dest daye.

Navê wî serbazê komando Ertug Gûler hatiye ragihandin.

Şeva bihorî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 2 serbazên xwe û birîndarbûna 4 serbazan li Çiyayê Gare ragihandibû.

Artêşa Tirkiyê duh 10ê Sibatê serê sibê ragihandibû ku hêzên wan operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de û li Çiyayê Gare dest pê kirine. Artêşa Tirkiyê herwiha diyar kiribû, ku di çarçoveya operasyonê de bi helîkopteran leşker li ser Çiyayê Gare danîne.

Derbarê operasyonê de, Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî duh dabû xuyakirin, ku operasyon di saet 02.55ê 10ê Sibata 2021 de û bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin û berdewam e.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Medyayên nêzîkî PKKê jî belav kirine, ku li Çiyayê Gare hêzên gerîla bersiva êrişa artêşa Tirkiyê dane û şer û pevçûn berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin