Tirkîyê karwaneke din a serbazî şande Idlibê

Artêşa Tirkîyê karwaneke din a serbazî şande parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûrîyê.

Navenda Nûçeyan - Li gor çavkanîyên xwecihî, şeva bihorî karwaneke serbazî ya artêşa Tirkîyê di derîyê Kefer Losîn a li bakurê Idlibê re derbasî nav xaka Sûrîyê bûye.

Li gor heman çavkanîyên xwecihî, karwana artêşa Tirkîyê ji hejmarek otomobîlên serbazî û zirêpoşan pêk hatîye.

Çavkanîyên xwecihî û çalakvanên parêzgehê ku dîmenên vîdeoyî yên karwana serbazî ya Tirkîyê weşandine, didin zanîn ku ew hêz li ser xalên artêşa Tirkîyê li bakurê rojavayê Sûrîyê tên dabeşkirin.

Ji dema destpêkirina êrîşa Idlibê ve û tevî agirbesta ragihandî ya di navbera Tirkîyê û Rûsyayê de, Tirkîye bi berdewamî hêzên zêdetir dişîne nav xaka Sûrîyê û hejmara xalên serbazî yên Tirkîyê li navçeyê gihiştîye zêdetirî 50 xalan.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin